• Thursday, 19 February 2026
logo

Hikûmet û Parleman dê ligel hev bicivin

Gulan Media October 7, 2015 Nûçe
Hikûmet û Parleman dê ligel hev bicivin
Parlamenterekî PDKê ragihand, gireva parlamenteran kirîzên Kurdistanê çareser nake û lîstokek siyasî ye. Herwiha da xuyakirin, hefteya bihê parleman û hikûmet dê bo çareseriya kirîzan bicivin.


Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nazim Herkî ragihand: Çend parlamenteran ji ber berdewamiya kirîzan ketine gireva neraîzbûnê,lê belê ew yek kirîzan çareser nake û bo lîstokek siyasî ye. Çimku pêwîst e hewla çareserkirina kirîzan bidin nek bikevin girevê.

Nazim Herkî herwiha got: Biryar e em kom bibin da ku hevahengî di navbera hikûmet û parlemanê de hebe bo çareserkirina kirîzan. Hefteya dahatî hikûmet û parleman dê goftûgoyê bikin da ku çareyekê bo wan kirîzên heyî bibînin, bi taybet jî paşketina mûçeyên fermanberan.

Herkî destnîşan kir, pêwîste hemû alî alîkar bin da ku bikarin arîşe û pirsgirêkên xelkê kêm bikin û planekê bo çareserkirina wan hemû kirîzên Kudistanê danin.

Top