• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Danîmarkê: Em çek nadin PKKê

Gulan Media October 7, 2015 Nûçe
Wezîrê Derve yê Danîmarkê: Em çek nadin PKKê
Wezîrê Derveyê Danîmarkê Christian Jensen di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de ragihand: “Em çek didin pêşmerge nek PKKê.” Christian Jensen herwiha got, PKK şaşîtiyê dike ku li dijî Tirkiyeyê şer radigihîne, ji ber ku dibe sedem ku civaka navdewletî nekare li dijî bombebaranên Artêşa Tirkiyeyê li dijî kampên PKKê bertekan nîşan bide.

Wezîrê Derve yê Danîmarkê Christian Jense ku dixwaze di van demên nêzîk de hevdîtinê bi çend serkirdeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re pêk bîne, dibêje, ew dê daxwaz ji wan bike hemû êrişên terorîstî şermezar bikin, ligel êrişên PKKê jî.

Derbarê xwasteka Herêma Kurdistanê bo serxwebûnê û cudabûn ji Iraqê de, Jensen got: “Ez di wê baweriyê de me parçebûna Iraqê bûye defakto."

Herwiha derbarê çûna welatiyên ewropî bo nav refên çekdarên rêxistina DAIŞê li Iraqê û Sûriyeyê de jî, Jensen dibêje, ti çareseriyek nîne bo rêgirtin ji wê hejmara zêde ya welatiyên ewropî ku diçin Sûriyeyê û Iraqê bo şerkirin mil bi mile çekdarên DAIŞê, lê belê em dest li ser dest nadanin û naseknin.

Hikûmeta Danîmarkê dest bi kampaniyeke berfireh di rojnameyên welatên Rojhilata Navîn de kiriye daku koçberan ji wê yekê bêhêvî bike ku berê xwe bidin wî welatî.

Wezîrê Derve yê Danîmarkê Christian Jensen bergirî ji wê siyaseta Hikûmeta Danîmarkê dike û dibêje: “Ew yek bo wê mebestê ye ku derbarê rastiyên daxwazkirina mafê mane li Danîmarkê yan welatên din ên Yekîtiya Ewropayê wek Almanya, agahî bi wan kesan bê dan, ewên ku dixwazin herin Ewropayê.”

Ev jî naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya ligel Wezîrê Derve yê Danîmarkê Christian Jense e:

Rûdaw: Danîmark çawan beşdarî di şerê li dijî DAIŞê de dike?

Christian Jensen: Em dê berdewam bin li ser bihêzkirin û piştevanîkirin li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da ku hemû netew û olên din ên nav wî welatî di hikûmetê de beşdar bike. Ji aliyekê din ve Hikûmeta Iraqê pirsgirêk heye di demekê de ku çavê xwe li ser milîsên tundrew digre. Gellek giring e ku Iraq bibe welatek ji hemû netew û olên cuda re. Eger nebe welatek wisa, ez di wê baweriyê de me, êdî parçebûna Iraqê dibe defakto.

Rûdaw: Tu çi dibêjî derbarê serxwebûna Kurdistanê de?

Christian Jensen: Tirkiye, kurdistaneke serbixwe bi gef dizane, ji ber ku ditirsin ku kurdên Tirkiyeyê jî heman daxwazê bikin û bêjin, eger ew bikarin, em çima nekarin?

Rûdaw: Lê belê Tikriyeyê pêwendiyeke nêzîk ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û bi fermî hişyarî nedaye li dijî cudabûna Kurdistanê ji Iraqê.

Christian Jensen: Rast e Tirkiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiyeke baş hene, lê ez ditirsim ew pêwedniya baş heya wê demê be ku Herêma Kurdistanê serxwebûnê ragihîne.

Rûdaw: Nêrîna te çî ye li ser hewlên Tirkiyeyê li dijî DAIŞê?

Christian Jensen: Tirkiye şûreke duserî ye di vî şerî de. Ji aliyekê ve role Tirkiyeyê gellek giring e da ku sînorên xwe bigre bo rêgirtin ji çûna çekdaran bo nav refên DAIŞê. Herwiha Tirkiye di vî milî de jî giring e ku em dikarin binkeyên me yên esmanî li wir hebin. Ew yek jî alîkariya me dike da ku bilez bersiva gefan bidin, lê belê roleke dualî heye û Tirkiye zêdetir dixwaze êrişî kurdan bike, li cihê ku li dijî DAIŞê şer bike.

Rûdaw: Tirkiye dixwaze kembereke ewlehiyê li bakurê Sûriyeyê ava bike. Nêrîna te li ser wê çî ye?

Christian Jensen: Tirkiye wê kembera ewlehiyê li ber du sedeman li bakurê Sûriyeyê ava dike. Sedema Yekem ew e: Heya ku cihek hebe da ku nêzîkî 2 milyon koçberên sûrî vegerin. Sedema Duyem jî ew e: Tirkiye dixwaze gefa kurdan li ser sînorên xwe dûr bixe.

Rûdaw: Gellek şirovekar di wê baweriyê de ne ku biryara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyib Erdogan bo êrişkirina ser PKKê, eniya şer a li dijî DAIŞê lawaz dike. Tu derbarê wê yekê de çi dibêjî?

Christian Jensen: PKKê arîşeyek mezin ji xwe re çêkir bi ragihandina berpirsatiya xwe di encamdana êrişeke piştî êrişa xwekujî ya Pirsûsê de. Dema ku PKK wê yekê dike, em wek civaka navdewletî destê me tê girtin, ji ber ku em li ser wê yekê lihev hatine ku hemû welatekê mafê wê heye li dijî terorê û li ser axa xwe şer bike. PKKê bi wî karî lampaya kesk ji Erdogan re hilkir.

Rûdaw: Yanî tu di wê baweriyê de nîne ku çalakiyên PKKê di berjewendiya kurd de bin?

Christian Jensen: A niha , PKK zirarê digihîne pirsa kurd. Hincet dane destê Erdogan daku êrişî wan bike û herwiha HDPê ku encameke baş di hilbijartinên 7ê Hezîranê de bidest xistibû, niha êrişî wan tê kirin û êrişî ofîsên wan tê kirin.

Rûdaw: Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş di wan rojan de serdana Danîmarkê dike, tu dê çi re bêjî?

Christian Jensen: Demîrtaş daxwaza civînê ligel min kiriye û ez jî dê guh bidim wî. Peyama min bow î ev e: Gerek kurd di nav xwe de yekrêziya xwe biparêzin. Hincetê nedin dest Erdogan ku we serkot bike. Em amade ne hevalîtiyê ligel HDPê bikin, lê belê gerek HDP jî amade be terorîzmê şermezar bike, ligel yên PKKê jî. Em dê heval û hevpeymanê HDPê bin di çêkirina guvaşan de bo vegerandina Tirkiyeyê bo ser maseya diyalogê ligel PKKê. Me rasterast ji Tirkiyeyê re gotiye: Em ti çareseriyeke din nabînin jibilî vegera bo ser maseya danûstandinan.

Rûdaw: Bi nêrîna te çima proseya aştiyê li Tirkiyeyê sekinî?

Christian Jensen: Cihê mixabiniyê ye ku proseya aştiyê ligel PKK piştî 20ê Hezîranê rawestiya. Erdogan wiha dizanî ku piraniyê bidest tîne, lê belê dem ku xewna wî nehate cî, li dijî proseya çareseriyê sekinî û rêya şer vekir, bi hêviya wê yekê ku di hilbijartinên 1ê Mijdarê de piraniyê misoger bike.

Rûdaw: Rexne heye ku kesên cîhadî ji Tirkiyeyê derbasî nav Sûriyeyê dibin bêyî ku rê li wan bê girtin. Nêrîna te li ser wê mijarê çî ye?

Christian Jensen: Ew yek pirsgirêkek mezin e. Me ligel tirkan axivtiye bo rêgirtin li wê yekê. Bajarê Gaziantep (Dîlok) a Tirkiyeyê bûye cihê tranzîta çekdarên biyanî ji bo ku tevlî DAIŞê bibin. Tirkiye di wê bareyê de hewleke ciddî nade.

Rûdaw: Danîmark dê çi bike?

Christian Jensen: Min ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê yê berê û yê nha axivitiye. Herwiha min ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry jî axivtiye. Min di qada Yekîtiya Ewropayê de hewl daye bo zêdekirina guvaşên ser Erdogan yekîtiyekê ava bikim.

Rûdaw: Çima zêdekirina guvaşên ser Tirkiyeyê giring e?

Christian Jensen: Ew siyaseta ku Tirkiye li hemberî kurd bikar tîne, dibe sedema çêkirina arîşeyeke mezin bo hevpeymaniya li dijî DAIŞê ku Tirkiye beşek ji wê hevpeymaniyê ye. Lê belê ez di wê baweriyê de me ji niha ve heya dema hilbijartinên 1ê Mijdarê gellek zehmet e ku wisa li Erdogan bikî ku guh bide ti tiştekê, jibilî xwasteka xwe bo bidestxistina piraniyê.

Rûdaw: Li Tirkiyeyê raportên medyayî behsa wê dikin ku ew çek û teqemeniyên welatên rojava ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dabîn dike, dikevin dest PKKê, ew yek rast e?

Christian Jensen: Em rasterast çek ji PKKê re dabîn nakin. Em çek didin kurdên Iraqê. Çekên me dikevin destê kê? Ez nizanim çi bêjim, lê belê eger di navbera wan komên kurdî ku em ligel wan kar dikin, eger komên çekdar hebin li dijî Tirkiyeyê, em hinge alîkariya wan nakin.

Rûdaw: Yanî welatên rojavayî tev Danîmarkê jî piştgîrî li PKKê nakin?

Christian Jenen: Em hewl didin dûr bin ji piştevanîkirina PKKê. Danîmark yek ji wan welatên destpêkê ye ku PKK zû xiste lîsteya terorê. Em alîkariya wan nakin.

Rûdaw: Hinek kurd di wê baweriyê de ne ku Danîmark razî bûye bi girtina televizyona PKKê daku Serokwezîrê berê yê Danîmarkê Andres Fug rasmosen piştgîriya Tirkiyeyê misoger bike da ku bibe sekreterê hevpeymaniya NATOyê. Ew yek rast e?

Christian Jensen: Me tiştekî wisa nekiriye. Li Danîmarkê bêserûberî di navbera hikûmet û dadgehê de nîne. Girtina Roj tv bi biryara dadgehê bû ku dûr e ji siyasetê.

Rûdaw: Pêwendiya Danîmarkê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê çawan e?

Christian Jensen: Em hevpeyman in ligel kurdên Iraqê û ji mêj ve ye Danîmark piştgîrî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike. Kurdên Iraqê yek ji bihêztirîn hevpeymanên me ne.

Rûdaw: Ji ber çi welatên rojava tev Danîamrkê jî piştgîriya kurdên Sûriyeyê nakin, bi rêya Yekîneyên Parastina Gel?

Christian Jensen: Bo min wek wezîrekî zehmet e cudahiyê di navbera PKKê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bikim. Dema ku ez Selahedîn Demîrtaş bibînim, ez dê jê re bêjim: Demekê emê piştgîriya te bikin ku zelal be di pênasa te de ku kê rêberiya şerê çekdarî dike û kê xebata siyasî die. Ji ber ku eger xebata çekdarî bi wê wateyê be ku piştgîrî li çalakiyên terorîstî bikî, hingê em nikarin piştgîriya we bikin.

Rûdaw: Danîmarkê xortekî kurd girtiye ku mil bi mile DAIŞê şer kiriye. Hûn dê çawan bikarin rêgiriyê ji çûna xortan bo nav DAIŞê bikin?

Christian Jensen: Hinek ji wan kesên ku çûne Sûriyeyê, rahênan bi wan hatiye kirin li ser encamdana çalakiyên terorîstî. Bi wan şiyanên xwe yên bo bikaranîna çek û teqemeniyan de vedigerin wir. Her ji ber wê gerek em li dijî wan rawestin. Em kar dikin bo dîtina çareyekê daku rê li ber wan kesan bigirn ku diçin nav DAIŞê. Em dikarin dest danin ser pasportên wan, rêya serdan û derketinê li wan qedexe bikin, çûna nav DAIŞê bikin tawan. Ewane rêyên xirab in, lê xirabtir ew e k utu tiştekê nekî, lewma pêwîste em tiştekê bikin.

Rûdaw: Danîmark şerê DAIŞê dike, lê belê ew koçberên ku ji destê DAIŞê direvin, qebûl nake. Hûn di rojnameyên Lubnanê de reklaman belav dikin bo rêgirtin ji hatina koçberan bo Danîmarkê. Çima?

Christian Jensen: Norwejê reklamên televizyonî kirine. Almanya jî herwiha reklam kirine. Ew reklam bo rewşa jiyana rojane ya li Danîmarkê ne, ew yek ne tiştekê nê ye. Dema ku tu guhdarî li çîroka kampên koçberên seranserê cîhanê dikî, wisa tê nîşandan ku xelk wisa hest dikin, her dema ku gihîştin Almanyayê, êdî hemû malê werdigrin û kar ji hemû kesan re heye. Ji ber wê pêwîst e ew welat rewşa rast a jiyan û rewşa jiyana rojane ya welatên xwe ji xelkê re ragihînin.

Rûdaw: Lê belê ew yek nabe rêgir li pêşiya hatina xelkê bo Danîmarkê.

Christian Jensen: Ez di wê baweriyê de nînim ku danîmar bikare derbas be li wernegirtina koçberan. Xelk her digihin wir. Di hinek rewşan de Danîmark li pêş e, bi atybet di warê alîkarîkirina koçberan û em alîkarî û piştgiriyê didin welatên cîran.

Christian Jesen:

Di 21/5/1971an de ji dayik bûye.
Sala 1998 li ser lîsta Partiya Lîberal a Danîmarkê bûye parlamenter.
Sala 2004 heya 2010 Wezîrê Bacê yê Danîmarkê bûye.
Di dawîn kongreya partiya xwe de di 17/5/2009an de wek Cîgirê Serokê Partiyê hat hilbijartin.
Partiya wî di hilbijartinên 2015an ên bo Parlamentoyê ji koma 179 kursiyan 34 kursî wergirt.
Roja 28/6/2015 wek Wezîrê Derve yê Danîmarkê hat diyarkirin.

Rudaw
Top