Erdogan dijberiya kurdan kir şertê hevkariya bi Ewrûpayê re
Erdogan dibêje heta Ewrûpa dijatiya Kurdan neke vê Tirkiye hevkarî li gel Ewrûpayê neke.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja duşemê li Brûkselê ligel serokên Yekîtiya Ewrûpayê civiya. Daxwazên Serokên Ewrûpî hevkarî û arîkariya Tirkiyê di çareserkirina qirîza koçberan de bûn.
Şertê Erdogan ji bo hevkariyê, ew bû ku Ewrûpî di şerê li dijî kurdan de pişta Tirkiyê bigirin.
Erdogan di daxuyaniyeke çapemaniyê ya piştî hevdîtina ligel serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tusk de: “Cihê xemgîniyê ye ku hinek dewlet di pratîkê de ligel PKKê weke rêxistineke terorê tevnagerin.”
Erdoganê ku şervanên kurd û çekdarên rêxistina DIŞI weke hev nîşan da, hişyarî da Ewropiyan ku “nabe şerê kurdan li hemberî DIŞIê, rûyê rewatiyê bide rêxistinên kurdan.”
Ev helwesta Erdogan rastî nerazîbûna gellek aliyên ewropî hat. Partiya Keskan ya Almanyayê DIE GRUNEN hişyarî da ku Ewropa nekeve xefika Erdogan û mijara demokrasiyê û mafên mirovan li Tirkiyê nekin bazarê.
Hevserokê KESKAN Cem Özdemir di vê bareyê de got: Bazareke bi rengê ku bêjin “hûn koçberan bihewînin, emê jî di mijarên demokrasî û mafên mirovan de çavên xwe bigirin” nabe. Tirkiyê piştgiriya rêxistina terorê DIŞIê kir û ew jî berpirsyarê pêla koçberiyê ye. Eger mirov bixwaze kêmtir koçber werin Ewropayê, divê wê demê ligel Tirkiyê bê axaftin, da ku Tirkiye piştgiriya xwe ji bo DIŞIê berdewam neke her wiha Tirkiye şerê wan kesan neke ku herî serketî şerê DIŞIê dikin, ku ew jî Kurd in.
