Hikûmet: Amadebûna mamosteyan li holên xwendinê weke amadebûna pêşmergeye li bereyên şer
Mamosteyên dilsoz û birêzên Kurdistanê
Dilsozî, xemxorî û xizmeta we ya mezin ji bo gel û niştiman, li pişt wê pîroziya bi nav û pîşeya we bexşiye ye û hertim cîyê we yê diyar û taybet di nav civakê de heye.
Hikûmeta herêma Kurdistanê bi çavê qedir û qîmetê li xweragirî û mitewaziya we yên dilsoz di vê rewşa nexwestek de ku çend kirîzên êkonomî û aborî rastî herêma me hatine û tesîr li ser jiyan û jiyara hemûyan kiriye. Berdewamiya we li ser xizmetkirinê li holên xwendinê û amadebûna we li ber textereşê xwendingehan, weke amadebûna pêşmergeyên mêrxas li bereyên şeref û serferaziyê ye û li cem gelê me cîyê qedirgirtineke mezine û me heretim ew hewlestê disozane ji we çaverê dikin ku hêjayî nav û pîşeya we ye.
Hikûmeta herêma Kurdistanê dabînkirina mafê û daxwazên we û tev hevwelatiyên Kurdistanê bi wezîfeya xwe ya sereke dizane û tevî dijwariya rewşa heye, berdewam di xema bicîanîna vê wezîfê û berpirsiyariyê ye û dê berdewam jî be.
Careke din bi germî pîrozbahiyê li we dikin û me gelek qedir û qîmet ji bo dilsozî û xemxoriya we heye di warê pêgehandin û perwerdekirina neviyên me ku çira û hêviya paşeroja gel û niştiman in.
Civata wezîrên Kurdistanê
06.10.201
