• Thursday, 19 February 2026
logo

Planên Tirkiye ji bo Cerablûsê çi ne…

Gulan Media October 7, 2015 Nûçe
Planên Tirkiye ji bo Cerablûsê çi ne…
Di rojevê de behskirina Yekinîyên Parastina Gel (YPG) da ku kontrola Cerablûsê ji destê DAIŞê werbigre amadehiya tevgereke nû dike heye.

Derbarê vê yekê de ka Tirkiye dê çi bike tê meraqkirin. Tê gotin YPG li Rojavayê Kurdistnaê amadehiya pêngavek nû dike, lê belê bajarê Cerablûsê di nav sînorên herêma ewle de ye ku Tirkiyê dixwest li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê herêmeke wisa ava bike.

Herwiha Tirkiye naxwaze ku Cerablûs têkeve bin desthilatiya YPGê. Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan ji Rûdawê re diyar kir, li gorî rayedarên Tirkiyeyê PYD û PKK heman tişt e û wiha got: “Lê di meseleya Girêspî û beriya wê de ji ber hebûna pêvajoya çareseriyê Tirkiyê him ji PYDê re him jî ji PKKê re bi tolerans bû. Lê niha niha qediyaye. Herwiha rojavayê Firat ji bo tTrkiyê xeteke sor e.

Jixwe berê Tirkiyeyê jî gotibû eger ku PYD derbasî rojavayê Firat be ew ê midaxale bikin.” Oytun Orhan anî ziman, eger ku PYD derbasî aliyê Cerablûsê bibe dê Tirkiye bertekeke ji berteka Girêspî tûndtir bide û wiha domand: “Lê wê derê tekane hêza bikare Tirkiyê sînordar bike Amerîka ye.

Herwiha tekane hêza ku li sûriyê Amerîka pê bawer dike PYD ye.” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî rexneyan li helwesta Tirkiyê ya li hember PYD û YPGê digire. Li gorî HDPê, ne PYD ne jî YPG ji bo Tirkiyê ne gef in.

Parlamenterê HDPê M. Ali Aslan ji Rûdawê re wiha got: “Ev çend sal in Tirkiye hewl dide ku kurdan li Rojavayê Kurdistanê tasfiye bike û berê DAIŞê da wan. Lê belê dê rojek werê û Tirkiye mecbûr bimîn e ku bi wan re li ser masê rûne. Lê xweziya ku Tirkiyeyê bi xweşî li gorî berjewendiyên tevahiya gelan tiştine bikirina.”

Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan îda kiribû ku PYD û PKK heman rêxistin in û herwiha Erdogan piştgiriya Amerîka û Ewropayê ya çekdarî ji bo PYDê rexne kiribû.
Top