• Thursday, 19 February 2026
logo

Polîsê kurd: Milîsên şîe yên Iraqê heqaretê li mezinên kurdan dikin!

Gulan Media October 6, 2015 Nûçe
Polîsê kurd: Milîsên şîe yên Iraqê heqaretê li mezinên kurdan dikin!
Polîsekî kurd eşkere kir ku milîsên şîe yên Iraqê di xalên pişkinînê de gefê li kurdan dixwin û heqaret li mezinên kurdan dikin.

Polîsê kurd ê bi navê Hadî Xefûr Mela ji Rûdawê re got, min berê li Mûsilê erka xwe dikir lê niha ez veguhestime navendeke leşkerî li parêzgeha Selahedîn a Iraqê.

Hadî Xefûr Mela diyar kir ku dema diçin ser karê xwe yan jî vedigeirn mal, di rê de rastî heqaret û gefên milîsên şîe yên Iraqê tên û got, di xalên pişkinînê de milîsên şîe bi taybet çekdarên rêxistina “Esayib Ehlî Heq” heqaretê li me dikin û dijûnan didin mezinên kurdan.

Li gorî wî polîsê kurd, gellek caran milîsên şîe ji nav rêwî û otomobîlên ku ji wir re derbas dibin, tenê pêşiya kurdan digirin û wan peya û gîro dikin paşê berdidin.

Wî polîsî anî ziman ku wan ev rewş ji rêveberê Polîsê Mûsilê Xalid Husên Hemdanî re gotine lê wî nekariye tiştekî bike û got, ji ber wê jî ez ji rayedarên Herêma Kurdistanê dixwazim çareyekê ji vê arîşeyê re bibînin û me vegerînin cihê me yê berê.

Beşek mezin ji parêzgeha Selahedînê ya Iraqê, ku navenda wê bajarê Tikrîtê ye, di destê DAIŞê de ye.

Milîsên şîe yên Iraqê, ku jê re dibêjin “Heşda Şeibî” (artêşa gel), par havînê hatiye avakirin û li gorî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotiye, Heşda Şeibî beşek ji artêşa Iraqê ye.

Rudaw
Top