• Thursday, 19 February 2026
logo

YPG:17 gund ji dest DAIŞê hatin derxistin

Gulan Media October 6, 2015 Nûçe
YPG:17 gund ji dest DAIŞê hatin derxistin
YPG’ê bîlançoya operasyona 4 rojan a li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞ li darxistine ragihand ku têde 106 çeteyên DAIŞ hatine kuştin û 17 gund ji terorîstan paqij kirine û gelek cebxane desteser kirine.


Bi daxuyaniyeke nivîskî navenda ragihandina YPG ragihand: "Piştî êrîşên çeteyên DAIŞê ya 2’yê Cotmehê li hember bakur û rojavayê çiyayê Kezwanê pêkhatibûn, hêzên me bi piştgiriya koalîsyona navnetevî ya li dijî DAIŞê operasyonekî paqijiyê dabû destpêkirin û ev operasyon bi awayekî serkeftî bi dawî hatiye."

Di daxuyaniya xwe de YPG`ê gotiye: "2 êrîşên çeteyan a bi maşîneya teqemenî barkirî hat lidarxistin ji aliyê hêzên me ve hat valaderxistin û her 2 maşîne ji dûr de hatiye teqandin. 3 maşîneyê din a teqemenî barkirî ji bi piştgiriya hêzên ezmanî ya koalîsy'onê hatiye ruxandin. Dîsa hêzên me 2 maşîneya teqemenî barkirî jî bê ku biteqe bi dest xistin.

YPG aşkira kiriye ku, şervanan li hember çeteyên 4 roj operasyon berdewam kir û îro di saetên sihare operasyon bi dawî hat. Bi vê awayî 17 gund bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin.

Li gorî daxuyaniyê di encama operasyona 4 rojan de bi giştî 106 çete hatin kuştin, termê 83 çeteyan ketin destê şervanan, çeteyekî DAIŞ’ê jî bi awayekî birîndar ket destê hêzên YPG`ê.

cebxaneyên hatine desteser kirin jî evin: "25 kleş, 15 şerjora kleş, 5 BKC, 5 zîncîr û 2.000 fîşeka BKC, 4 M16 û 200 fîşekên vî, 1 Bruno, 4 roketavêja B7 û 20 roketên vî, 1 Karnas, 1 çeka sekvanî ya Zaxros û 200 fîşekên vî, 1 AKC, 1 debenceya Glock, 9 bombeya destan, 50 mayinên 5 kîlo ya bi dest hatine çekirin, 7 rext, 1 bêtela mezin û 2 bêtela piçuk û dîsa 2 maşîneya teqemenî barkirî hat bi dest xistin."

Her weha YPG aşkira kir ku di wê operasyonê de 6 şervan şehîd bûne û 11 şervan jî birîndar bûne.
Top