• Thursday, 19 February 2026
logo

Qamişlo - Di nav hêzên Esed de teqîn çê bû

Gulan Media October 6, 2015 Nûçe
Qamişlo - Di nav hêzên Esed de teqîn çê bû
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû û di encamê de çend kes ji hêzên hikûmeta Sûriyê hatin kuştin û birîndar bûn.


Çavkaniyên xwecihî li Qamişlo ragihandin ku teqîn saet 19:30ê êvarî li çargoşeya ewlekarî ya bajarê Qamişlo çêbû.

Li gor agahiyan, teqîn li depoyeke çekan a hêzên Sûriyeyê de qewimî û di encama şaşîtiyekê bûye.

Ji aliyekî din ve hat gotin, ku teqîn di benzînxaneya çargoşe ya ewlekariyê de qewimiye.

Hat ragihandin, ku piştî bûyerê hêzên Hikûmeta Sûriyê ew cih dorpêç kirin û dest bi lêkolînê kirin.

Hat zanîn, ku di encama teqînê de hejmarek ji hêzên Hikûmeta Sûriyeyê hatin kuştin, lê belê ji ber dorpêçê ev agahî nehatiye piştrastkirin û heya niha ti agahiyên piştrastkirî derbarê zirarên hêzên Sûriyeyê de nehatiye zanîn.


Top