Leşker û efserên Kurd ên di nava artêşa Iraqê de dibin Pêşmerge
Di nava artêşa Iraqê de 2 postên pilebilind ji destê Kurdan têne stendin. Efser û leşkerên Kurd ên di nava artêşa Iraqê de jî beşdarê nava hêzên Pêşmerge dibin.
Artêşa Iraqê, piştî hilweşandina rejîma Baas di 9’ê Nîsana 2003’ê de, bi beşdariya Kurdan ji nûve hate damezrandin. Li gor destûrê ji sedî 8’ê efser û leşkerên vê artêşê Kurd bûn. Lê belê ji ber ku Kurd dest ji artêşa Iraqê berdidin, niha ev hejmar gelek kêm bûye.
Li gor agahiyên ku BasNews ji çavkaniyên ewlekariya Iraqê wergitiye, her diçe hejmara Kurdan di nava artêşa Iraqê de kêm dibe. Herwiha rola Kurdan di nava artêşa Iraqê de tê kêm kirin. Divêya postê sererkanê artêşê û birîkariya wezareta navxwe yê karêuberên ewlekariyê bidine Kurdan. Lê belê ev herdu post niha vala ne.
Li gor zanyariyên van çavkaniyan beriya dagirkirina Mûsilê 14 firqeyên artêşa Iraqê hebûn. Berpirsê hejmarek firqeyan jî Kurd bûn. Lê belê niha ti firqeyekê de fermandar ne Kurd e.
Biryarderê Lijneya Ewlekarî ya Parlamena Iraqê Şaxewan Abdulah bo BasNews ragehand ku berpirsên Kurd ên di nava artêşa Iraqê de hatine perawêzxistin. Jiber vê jî hejmarek zêde yê leşker û efseran dest ji artêşê berdaye û vegeriyane herêma Kurdistanê. Abdullah got: ”Kurd tenê bo wext kuştinê li hêviya Bexdayê ne ku bikarin mafên xwe yên destûrê bistînin. Ti ferqa hikûmeta Malîkî û Ebadî nîne. Herduyan jî mafê Kurdan binpê kir.”
Ji aliyê din ve Emîndarê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragehand ku piştî dagirkirina Mûsilê hejmarek mezin ê leşkerên Kurd dest ji artêşa Iraqê berdane û başdarê Wezareta Pêşmerge bûne.
Yawer got: ”Ew leşker û fermandarên ku xwestine bibin Pêşmerge hatine girtin. Me ew red nekirin. Heger dîsa jî bên em her werdigrin.”
Basnews
