Hikûmet: Daxuyaniya serokê komîteya darajî direwe
Izet Sabîr serokê komîteya darayî li parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku qaşo yek milyar û pêncsed milyon dolar pereyê hikûmeta herêma Kurdistanê di bankaya Kurdistanê ya navdewletî de heye û hikûmet miaş nade.
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje ew daxuyaniya Izet Sabîr serokê komîteya darayî ji rastiyê dûre û tu esas ji gotinên wî re nîne:
- Ew daxuyanî ji serî heta binî vireke mezin û şaxdar e û ew bi tenê ji bo şêlûkirina rastiyan e.
Dizeyî dibêje daxuyaniyên bi vî awayî yên bê esas û dûr ji rastiyê karekî neberpirsyaraneye:
- Çêkirina tometan, şêlûkirina rastiyan li ber çavên xelkî û yarîkirin bi jimareyan ji bona azirandina raya giştî, karekî nemesûlaneye. Berî navborî wê daxuyaniyê bide, viyabû pirsiyar ji cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê ku, hevbeşekî aktîve di hikûmetê de, bikraye daku zêdetir rastî jê re zelal bibin. Ji ber ku cîgirê serokwezîr ji partiya wî bi xwe ye û ew haydarî hemû karên hikûmetê ye, bi taybetî pirsa darayî û dahatiniyê hikûmetê.
