• Thursday, 19 February 2026
logo

Zêdetirî 2 hezar û 700 koçberên Rojava ji Tirkiyê vegeriyan welatê xwe

Gulan Media October 6, 2015 Nûçe
Zêdetirî 2 hezar û 700 koçberên Rojava ji Tirkiyê vegeriyan welatê xwe
Hat zanîn ku zêdetirî 2 hezar û 700 koçber û penaberên Rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyê vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, duh (5ê Cotmehê) 2 hezar û 722 koçber û penaberên herêma Kobanî û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyê vegeriyane Kobanî.

Hat gotin ku ew koçberên Rojava bi rêya deriyê sînorî yê Murşîtpinarê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

Deriyê Murşîtpinarê duh ji saet 9ê sibê heta 5ê êvarê vekirî bû.

Rudaw
Top