• Thursday, 19 February 2026
logo

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Cemaya Kurdên Êzdî

Gulan Media October 5, 2015 Nûçe
Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Cemaya Kurdên Êzdî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cejna Cemayê xuşk û birayên Êzdî li rêye û agahdariya ewe me ku bi sedema wan zulm û karesatên li salên derbasbûyî ya di derbarê xuşk û birayên me yên Êzdiyan hatiye kirin rêwresma vê cejna pîroz nayê encamdan. Hêvîdarim xweşî û bextewerî û cejin bi zûtirîn demî vegerê mala Êzîdiyan û hemû Kurdistaniyek.

Bi pêwîstî dizanim bi vê helkeftê de xuşk û birayên me yên Êzîdî ji wê yekê dilniya bikim ku terorîstan bacekî gelek giran li beranber wan tawanan dane ku dijî Êzîdiyan encam dane û hejmareke zêdeyê wan hatine sizadan. Ewên mane jî û kêmtirîn tawan û bê edebiyan li dijî xuşk û birayên me yên Êzîdiyan encam dabê pişt bi xwedayê mezin û hêz û pazuyên Pêşmerge di dawiyê de her sizayên xwe dibînin.

Hûn beşekî gelek azîzê gelê Kurdistanê ne û êş û azarên we êş û azarê hemû take kesekî Kurde. Ji wê yekê dilniyame ku hûn bi serbilindî û serkeftiyane vedigerin ser jiyan û mal û halên xwe û bi gur û tînêkî zêdetir, xizmeta netewe û welat û ola xwe dikin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Top