‘Goran û çend partiyek din bi destê Îranê dijitiya Barzanî dikin’
Şêwirmendê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Dr Mihemed Salih Cûma di hevpeyvînekê de li gel govara Gulan ronahî dixe ser mijara dewleta Kurdî, alîgir û neyarên dewleta Kurdî şirove dike.
”Zivistana Erebî, ne bihar”
Cûma di destpêka hevpeyvînê de behsa guhertinên li Rojhilata Navîn dike û ji bo ”bihara Erebî” jî dibêje; ”Ez weke zivistana Erebî, binav dikim.”
Mihemed Salih Cûma diyar dike ku piştî derketina DAIŞ’ê û dagirkirina axa Sûriyê û Iraqê, peymana Skeys Picot bidawî bû û dibêje; ”Eve raste ku piştî êrîşa terorîstên DAIŞ’ê yên ser Kurdistanê me ziyanek mezin dît, gelek qurbanî dan. Lê aliyekê din ve jî nexşeya herêmê ya Skeys Picot hilweşiya. Eve jî bûye berjewendiyê Kurdan.”
Cûma dibêje ku niha bingeha dariştina nexşeyek nû derketiye holê, ev nexşe jî tê amadekirin û diyar dike ku di vê pêvajoyê de şerekê giran di navbera Îran û Tirkiye û herwiha Îran û Erebîstana Suudî de dimeşe.
”63 dewlet amadene Kurdistanê nasbikin”
Derbarê damezrandina dewleta Kurdistanê de jî Dr Mihemed Salih Cûma radigehîne ku ji dirêjahiya dîroka tevgera azadiya Kurd heta salê 1991’ê pêvajoyek din bû. Li piştî serhildana sala 1991’ê û damezrandina navçeyek aram li Başûrê Kurdistanê, êdî rewş ji wê derket ku Kurd muxtacê dagirkeran bin.
Cûma di berdewama nirxandinên xwe de dide zanîn ku di vê rewşê de 63 dewlet piştgiriya Kurdistanê dikin û dixwazin dewleta Kurdî bê damezrandin û dibêje; ”Di destpêkê de Amerîka, Brîtanya, Kanada, Fransa û Almanya, herwiha welatên Yektiya Awropa û gelek dewletên din amadene ku dewleta Kurdî nas bikin.”
”Ti hêz nikare pêşiya avabûna dewleta Kurdî bigre”
Derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de jî Şêwirmendê Barzanî dibêje: ”Hewldan aşkerene. Weke mînak di 23’ê Hezîranê de Serokê Parlamenê hewlda kudeta bike ku me dît di nava parlamenê de rûniştibû. Lê belê vê hewlê di 19’ê Tebaxê de şkest anî.”
Cûma di berdewam de diyar dike ku ew partî û aliyên siyasî bi destê Îranê dijîtiya Mesûd Barzanî dikin û dibêje: ”Hemû kes jî dizane ku camêrê serokên wan partiyan li dijî şexsê Mesûd Barzanî nînin. Lê belê di kesayeta wî de dijitiya daxwaz û armancên Mesûd Barzanî û damezrandina dewleta Kurdî ne.”
Dr Mihemed Salih Cûma dibêje: ”Niha ne Îran, ne Tirkiye û Iraq û Sûriye jî nikarin bê rêya bikaranîna hêz an jî hevgirtinê dijîtiya dewleta Kurdî bikin. Jiber ku Barzanî bo damezrandina dewleta Kurdî piştgiriya dewletên cîhanê misoger kiriye. Îran pena biriye destwerdana karên navxwe yê Kurdistanê û partiyên siyasî handide ku dijitiya Mesûd Barzanî bikin. Lê di cîhana azad a îro de her hêzek ku bixwaza piştgiriya aliyek an jî kesekê bike di Rojhilata Navîn de, divê beriya her kesî piştgiriya Barzanî bike. ”
Şêwirmendê Barzanî di dawî de jî got; ”Divê em bi aşkereyî ji dewletên dagirkerên Kurdistanê re bêjin; birêzan, em ne Kurdên pêş sala 1991’i ne. Em Kurdê piştî sala 2015’ê ne ku hemû cîhana azad piştgiriya me dike. Dewleta Kurdistanê îro tenê daxwaza Kurdan nîne, herwiha bûye pêwîstiyek bo aştî û ewlekariyê di cîhanê de. Dewleta Kurdî bûye dazxwaza hevpeymanan û ti hêzek jî nikare li pêşiya vê astengiyan çêbike.”
Basnews+gulan
