Serok Barzanî li gel kesukarên Pêşmergeyên dîlgirtî civiya
Li vê kombûnê da kesukarên Pêşmergeyên dîlgirtî spasiya Serok Barzanî kirin ku xemxurê Pêşmergeyên dîlgirtî bûye û hemû hewlekî ji bo parastina Kurdistanê û têkşikandina dijminên Kurdistanê terxan kiriye û ew bi xwe jî li bereyên ceng amade bûye û serkirdayetiya şeran kiriye. Kesukarên Pêşmergeyên dîlgirtî ragihandin ku hatine axaftina dilê xwe di derbarê azîzên xwe li cem Serokê Herêma Kurdistanê bikin û behs li wê axaftin û hereşeyan kirin ku di derbarê Pêşmergeyên dîlgirtî hatine belav kirin.
Li beranber da Serok Barzanî hevsoziya xwe li gel kesukarên Pêşmergeyên dîlgirtî nîşanda û ragihand ku gelek bi kûrî ji êş û azarên wan têdigihe û ew kur û bira û azîzên minin û ewê ji dest bê ji bo vegerandin û azadbûna wan dike û kesukarê Pêşmergeyan çi rêyek pêşniyar dikin û bi çi tiştek baweriya wan hebê ewe ji bo wan dikin ku bi vegerana azîzên wan şad bibin.
Serok Barzanî eve jî bi kesukarên Pêşmergeyên dîlgirtî ragihand ku li beranber şerê derûnî û propagandeyên dijmin bihêz bin û Pêşmergeyên dîlgirtî jî qehremanin û li rêya bergiriya ax û nîştîman bûne dîlgirtî û esîrên dijmin. Li dirêjahiya axaftina xwe Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste gelê Kurdistanê dest bi bihayên bilind bê girtin, ew bihayên bilindên ku pêgeh û nav û dengeke gelek baş ji bo Kurdistanê li asta cîhanê da dirust kiriye. Gelê Kurdistanê merdane tolê ji dijmin vedike û sizayê terorîstan û tawanbaran û dijminên mirovayetiyê dide û ewê li gel Da'îş bê û hevkariya Da'îş kiribe û beşdarî tawanan bûbê, çarenûsa Da'îşê dibe.
