PKKê malbatên şehîdên Zargelê girtin
Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir ragihand: “Îro gerîlayên PKKê muxtarê gundê Zargelê Îsmaîl Ebdulah û 2 kesên din bi navê Selîm Xidir û Cêgir Cebar ku ji malbatên şehîdên wî gundî ne, girtin.”
Bextiyar Qadir wiha got: “Piştî bombebarankirina wî gundî ji aliyê balafirên Tirkiyê ve û şehîdkirina hejmarek kesan, ew malbat koçber bibûn û niha wan kesan dixwest serdana gundê xwe bikin.”
Li gorî peyamnêrê Rûdawê, Muxtarê gund û malbatên şehîdan li xala kontrolê ya Kuzîne a qontara Çiyayê Qendîlê ji aliyê PKKê ve hatine binçavkirin û bo gundê Enzê hatine veguhestin.
Qadir wiha domand: “Piştî ku malbatên wan hersê kesan nas kirin ku ji aliyê gerîla ve hatine girtin, çûn cem berpirsên PKKê û berpirsên PKKê ji malbatên wan re gotine: Van kesan piştî bûyera Zargelê bi xerabî behsa PKKê kirine, di daxuyaniyê xwe de gotibûn, PKKê sedema bombebarankirina ser Zargelê ye, ji ber ku baregehên xwe li nêzîkî gund danîbû, herwiha van kesan gotibûn, bila PKKê baregehên xwe ji gundan dûr bike.”
Rêveverê Nahiyeya Wertê Saman Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Her yek ji muxtar Îsmaîl Ebdulah û mervê wan 8 kesên ku şehîd bûne, bi navê Selîm Xidir û Cêgir Cebar li xala kontrolê ya Kuzîne hatine girtin û bo baregeha sereke ya PKKê li Qendîlê hatine veguhestin.”
Rûdaw pêwendî bi berpirsê ragihandinê yê PKKê li Qendîlê kir, lê neamade bû ti daxuyaniyê li ser wê yekê bide.
Qeymeqamê navçeya Rewandiz û rêveberê Nahiyeya Wertê ligel PKKê gotûbêjan dikin bo azadkirina hersê kesan, lê yekî ji wan berpirsan ragihand: “Em negihîştine ti encamê ku dê kengî wan azad bikin.”
Bextiyar Qadir wiha got: “Me dîsa hewl da pêwendiyê bi berpirsê ragihandina PKKê re bikin, lê mobîla xwe girtî ye.”
Birayê Serokê Şaredariya Wertê Dilşad Mihemed çûye nav baregeha PKKê bo lêkolînê li ser wê mijarê, lê gerîla jê rê gotine ew di bin lêpirsînê de ne û eşkere nekirin ku dê kengî bên azadkirin.
Roja 1ê Tebaxê balafirên şer ên Tirkiyê li gundê Zargelê yê Başûrê Kurdistanê dan û 8 sivîl şehîd kirin û 11 jî birîndar kirin.
Rudaw
