• Thursday, 19 February 2026
logo

Obama: Em dê bi hêzên kurdî yên Sûriyeyê re kar bikin

Gulan Media October 4, 2015 Nûçe
Obama: Em dê bi hêzên kurdî yên Sûriyeyê re kar bikin
Serokê Amerîkayê Barack Obama ragihand, Amerîka dê di çarçoveya bernameya perwerdekirin û çekdarkirina dijbereya Sûriyeyê alîkariya hêzên kurdî li Sûriyeyê bike.


Serokê Amerîkayê Barack Obama di Koşka Spî de bersiva pirsên rojnamevanan da û ragihand, êdî ji vir û pêde dê li cihên ku bernameya perwerdekirin-çekdarkirinê serkeftî be, binêrin.

Obama hêzên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê (YPG) wek mînakek nîşan da û wiha û got: "Em dê bi wan hêzên kurdî yên ku di şerê DAIŞê de serkeftî ne, re kar bikin."

Obama tekez kir, ku şerê Sûriyê, ne şerê Amerîkayê û Sûriyê ye, belku şerê gelê Sûriyê û rêjîma hov û dîktator a Sûriyê ye.

Barack Obama li ser Îran û Rûsyayê, ku piştevanên sereke yên rêjîma Sûriyê ne jî axivî û got, siyaseta Rûsya û Îranê li Sûriyê ti encamekî bi xwe re nahîne û dê bibe belaya serê wan welatan, ji ber wê jî divê welatên han siyaseta xwe biguherînin.

Obama herwiha anî ziman ku wî ji Serokê Rûsyayê Putin re gotiye, jinavbirina DAIŞê bi sûda Amerîka, Rûsya û tevahiya cîhanê ye û got: "Lê Putin ferqê naxe navbera DAIŞ û hêzên lîberal ên dijbereya Sûriyê û hemiya wek hev terorîst dibîne. Helbet ez vê yekê qebûl nakim."
Top