Erdogan: Kurd li dijî DAIŞê şer nakin!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro beriya ku here Fransayê, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan li ser rewşa Sûriyê û operasyonên vê dawiyê yên Rûsyayê li wî welatî axivî û got, tiştên ku Rûsya li Sûriyê dike pir xelet in û Tirkiye ti carî vê yekê qebûl nake.
Erdogan diyar kir ku Serokê Sûriyê Beşar Esed li dijî gelê xwe terorê dide meşandin û Rûsya û Îran jî wî diparêzin lê ew dê hesabê wê yekê bidin.
Serokomarê Tirkiyê li ser şerê YPG/PYDê li dijî DAIŞê jî axivî û got, hinek dibêjin “kurd li dijî DAIŞê şer dikin”. Ev gotinek xelet e çimkî PYD heman PKK ye û PKK jî rêxistineke terorê ye. Lewma yên ku wan çekdar dikin û alîkariyê didin, di rastiyê de alîkariya terorê dikin. Em jî şerê DAIŞê dikin û emê bikin jî…
Heta niha gellek caran Serokomarê Tirkiyê û rayedarên din ên Tirk îdia kirine ku YPG/PYD heman PKK ne û ew jî mîna PKKê terorîst in.
Hêzên YPGê bi alîkariya hêzên hevpeyman bi taybet Amerîka, li Rojavayê Kurdistanê şerê DAIŞê û komên din ên radîkal dikin.
Herî dawî, Amerîkayê bi awayekî eşkere gotibû, em YPGê rêxistineke terorîst nabînin.
Rudaw
