• Thursday, 19 February 2026
logo

Îran: Me 2000 moşek bo lêdana Siûdiyê amade kiriye

Gulan Media October 3, 2015 Nûçe
Îran: Me 2000 moşek bo lêdana Siûdiyê amade kiriye

Serokê dazgeha mûzexaneya şoreşa Îslamî ya Îranê gef li Siûdiyê xwar û ragihand ku wan 2000 moşek ji bo lêdana Siûdiyê amade kiriye.

Emîd Murteza Qurban ku yek ji kesên nêzîk ê fermandarê feyleqa Qudisê Qasim Silêmanî ye gef li Siûdiyê dixwe û dibêje: Eger îro rêberê bilind ê şoreşa îslamî fermana lêdana Siûdiyê bide , eve 2000 moşek amade ne taku ji Esfhanê arasteyî Siûdiyê bikin.

Qurban got: Xetên parastina şoreşa îslamî ji îro û pêve li Yemen , Sûriyê, Îraq û Libnanê ye ji ber wê jî em di amade başiyê de ne ji bo cîbicîkirina fermanên rêberê bilind ê şoreşê.

Xendan
Top