• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Dêrsimê gerîlayên PKKê 2 leşkerên Tirk revandin

Gulan Media October 3, 2015 Nûçe
Li Dêrsimê gerîlayên PKKê 2 leşkerên Tirk revandin
Li herêma Pilemûriyê ya Dêrsimê, 2 leşkerên Tirk ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatin revandin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, duh danê sibê 2 leşkerên Tirk li ser rêya bajarê Dêrsimê û navçeya Pilemûriyê ya wî bajarî ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatin girtin.

Li gorî agahiyan, ew leşkerên Tirk di nav otobûsekê de bûn, yek ji wan diçû navçeya Erzîncanê ya Dêrsimê yê din jî diçû Agirî lê piştî ku gerîlayên PKKê otobûs dan sekinandin, her du leşker bi xwe re birin.

Hat gotin ku ji bo dîtina leşkeran, operasyon hatiye destpêkirin.

Yek ji wan leşkeran xelkê bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê û yê din jî xelkê bajarê Osmaniye yê Tirkiyê ye.

Rudaw
Top