Lazime Amerîka dev ji Bexdayê berde û piştgîriya Kurd bike
Berpirsekî Amerîkî dibêje lazime Amerîka dev ji Bexdayê berde û piştgîriya Kurd bike.
Piştî damezrandina hevpeymaniya navbera Îraq, Sûriya, Îran û Rûsyayê û herwiha damezrandina navendekî bo piştgîrî kirin li rejîma Beşar Esed li Bexdayê de, birêveberê bernameya aştî û mafên mirovan ya li Zanîngeha Colombiayê Devid Filbis gotare di kenala CNNê de belav kir û behsa vê mijara han kir.
Nav hatî di gotara xwe de eşkere kiriye ku lazime Amerîka dev ji Bexdayê berde û piştgîriya Kurd û herwiha piştgîriya serbixweyiya Kurdistanê li Başûr û Rojava bike jiber ku li vê deverê de bi tenê Kurd dost û hevpeymanên rastîn yên Amerîkayê ne.
