Lavrov: Emê çek bidin hêzên pêşmerge
Wezîrê derve yê Rûsyayê dibêje vê Rûsya çekan bide hêzên pêşmerge.
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov di presskonferansekî de li New Yorkê de eşkere kir ku bo şerê dijî terorîstên DIŞIê vê Rûsya bi hayedariya Bexdayê çek û cebelxane bo hêzên pêşmerge bişîne.
Lavrov herwiha eşkere kir ku Rûsya biryar daye ku şerê teror û terorîstan bike û herwiha hevkariya wan hêz û aliyan jî bike û şerê dijî terorê dikin.
Share
