• Thursday, 19 February 2026
logo

Şervanan êrişa DAIŞ têkşikandin: 28 çete kuştin

Gulan Media October 3, 2015 Nûçe
Şervanan êrişa DAIŞ têkşikandin: 28 çete kuştin

Duh 2/10/2015 şervanên YPG/YPJ êrişa çeteyên DAIŞ’ê ên li hemberî gundên Çiyayê Kizwanan têkşikandine û têde 28 çete hatine kuştin. Her weha di wan pevçûnan de 7 şervanên YPG’ê şehîd bûne.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û eve naveroka wê ye:

“Çeteyên DAIŞ’ê îro di saetên siharê de li hember gundên Bediî, Xerra, Xara, Til Hemam û Cefrê, çarxerêya gundê Bediî yên dikevin bakûr rojavayê çiyayê Kezwanan û Izea ya quntara çiyayê Kezwan êrîş lidar xistin.

Komên çeteyan li hemberî sawamaye (depoya genim) gundê Xerra bi maşînekî bombebarkirî, li hember gundê Til Hemam jî bi motorsîkletek êrîşên xwekujî lidarxistin. Hêzên me maşîneya bombebarkirî û motorsîklet ji dûr ve teqandin û ruxandin. Dîsa komên çete yên êrîşî gundên Xerra, Xara, Cefr û Bediî, dîsa çarxê rêya Bediî-Alya kiribûn jî ji aliyê hêzên me ve hatin dorpeçkirin. Zedetirî van çeteyên êrîş lidarxistin hatine tune kirin.

Hêzên me di çarxerêya Bediî-Alya panzerekî çeteyan ruxandin. Li vê qadê qasî hat zelalkirin 7 çete bi awayekî mirî hatiye bidestxistin. Di şerên dijwar ên li qadê de 3 hewrêyên me yên bi lehengî şer dikirin gihîştin şehadetê.

Di şerê gundê Xerra de jî 10 çete bi awayekî mirî hatine bidestxistin. Di şerê vî gundî de 4 hewrêyên me yên bi lehengî şer dikirin jî gihîştin şehadetê. Li gundê Xara jî hêzên me 11 çete bi mirî bi destxistin.

Di şerên hîn jî di çar cihan de berdewam dikin de heta niha 28 çete bi mirî hatine bidestxistin, panzerek, maşînekî teqemenî barkirî û motorsîkletêk hatin ruxandin.”

Xendan
Top