Li Amerîkayê êrişa çekdarî: 15 kuştî
Li Zanîngeha Empquayê ya li bajarê Roseburgê li gorî dawiyên ewilî di encama êrişekê çekdarî de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê polîsên eyaletê Bill Fugate derbarê bûyerê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got herî kêm 20 birîndar bûne.
Herwiha Bill Gugate da zanîn êrişker hat girtin.
Ji aliyê din ve di medyaya herêmê de hat gotin êrişker bi kuştî hatiye girtin.
Rudaw
