Têkeliyên Hewlêr û Londonê geştir dibin
Di civînekê de ku cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, wezîrê navxwe û metranê kildaniyan amade bûn, wezîrê Birîtaniyayê sipasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku, hijmareke mezin ya koçber û penaberan hewandine û pêdawîstiyên serke jê re dabîn kirine û got xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di demekê de ev karê mezin kiriye ku ew bixwe di nava kirîzeke êkonomî û cenga dijî terorê de ye.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, sipasiya serdana wezîrê Birîtaniyayê bo herêma Kurdistanê kir û alîkarî û hevkariyên Birîtaniyayê bo hikûmet, xelk û koçber û penaberên herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku tevî birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve û tevî wê kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, hikûmeta herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî hevkarî û xizmetgozarî pêşkeşî wê hijmara zêde ya koçber û penaberan yên ku ji tirsa terorê qesta herêma Kurdistanê kirine, kiriye.
Barzanî di axavtina xwe de behsa şerê dijî terorê kir û got ku herêma Kurdistanê rûbirûyê direndetirîn û hobtirîn hêza tariyê li cîhanê dibe û hêza pêşmergeyê Kurdistanê bi karîne bi mêrxasane êrîşên terorîstan têkbişkînin û wan deveran, yên ku ketibûne bin destê terorîstên DAŞÎê, azad bikin
Serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku, pêwîste civaka navdewletî zêdetir alîkariya herêma Kurdistanê bike û pêşwazî li wê hevahengiya navbera hikûmeta Birîtaniya û herêma Kurdistanê heye kir û hêvî kir têkeliyên her du aliyan di hemû waran de zêdetir berfirehtir û xurtir bibin.
Gotûbêjkirina rewşa herêma Kurdistanê û deverê bi giştî, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û têkeliyên dualî hin mijarên din yên civînêl bûn.
