• Thursday, 19 February 2026
logo

Amed – 2 efserên Tirk hatin kuştin

Gulan Media October 1, 2015 Nûçe
Amed – 2 efserên Tirk hatin kuştin
Li navçeya Farqînê ya Amedê, di encama êrişeke çekdarî de 2 efserên Tirk hatin kuştin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê li navçeya Farqînê ya Amedê, 2 efserên Tirk rastî êrişa çekdarî hatin û hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, wan efseran dema dixwestin li panzêrê siwar bibin, rastî êrişê hatin.

Hat gotin ku ew kesên ku êrişî efseran kirine, 2 kes bûne û piştî êrişê ji cihê bûyer reviyane.
Top