• Thursday, 19 February 2026
logo

DAIŞê serê komek pêşmergeyên dîl jêkir!

Gulan Media October 1, 2015 Nûçe
DAIŞê serê komek pêşmergeyên dîl jêkir!
Derket holê ku rêxistina DAIŞê, komek pêşmergeyên ku di şer de ketibûn destê çekdarên wê rêxistinê, bi awayekî hovane şehîd kiriye.

Rêxistina DAIŞê duh (30ê Îlonê) li ser malper û torrên civakî yên xwe vîdyoyek belav kir ku tê de komek çekdarên wê, serê pêşmergeyên ku di şer de ketibûn destê wan, jêdikin û pêşmergeyan bi awayekî hovane şehîd dikin.

Di nav wan çekdarên ku serê pêşmergeyên dîl jêdikin, çekdarekî kurd jî heye ku beriya şehîdkirina pêşmergeyan, malbatên wan pêşmergeyan her wiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tehdîd dike û gefa girtina Hewlêrê dixwe…

Wisa xuya ye ku vîdyo bi teknîkeke pir pêşketî hatiye kişandin ev jî nîşan dide ku pêşmerge di heman roja ku vîdyo hatiye belavkirin de nehatine şehîdkirin.

Di beşek ji vîdyoya DAIŞê de tê dîtin ku pêşmergeyek Quranê dixwîne û pêşmergeyekî din peyva şehadetê tîne.

Hejmara wan pêşmergeyên ku tên şehîdkirin, ji 7an kêmtir nîne.

Rûdaw ji ber kirêtî û hovîtiya dîmenan û berçavgirtina rewşa derûniya şopîner û bîrnerên xwe, vîdyoyê belav nake.

Belavkirina wê vîdyoyê ji aliyê DAIŞê ve hevdem e digel operasyona mezin a hêzên Pêşmerge li başûrûê rojavayê Kerkûkê li dijî DAIŞê. Di wê operasyonê de herî 100 çekdar hatin kuştin û 17 gund jî ji destê DAIŞê hatin derxistin.

Heta niha nayê zanîn ew pêşmergeyên ku di vîdyoyê de tên şehîdkirin, kengê ketine destê DAIŞê û jibilî wan çend pêşmergeyên din di destê DAIŞê de mane.

Rudaw
Top