• Thursday, 19 February 2026
logo

Rojek dîrokî ji Felestînê re: Ala Felestînê li NY hat hildan

Gulan Media September 30, 2015 Nûçe
Rojek dîrokî ji Felestînê re: Ala Felestînê li NY hat hildan
Duh ala Felestînê bi awayekê fermî li ber deriyê baregeha sereke ya Netewên Yekbûyî li kêleka alên 193 welatên din hat hildan.

Piştî ku bilindkirina ala Felestînê li ber deriyê baregeha sereke ya NY li new Yorkê ji aliyê piraniya endamên NY ve hat pejirandin, îro 30ê Îlonê bi awayekê fermî ala wî welatî li berdem NY hat hildan.

Di dengdanê de 119 welatên endam di NY de bi dengê erê bilindkirina ala Felestînê erê kiribûn.

Bilinkirina ala Felestînê li berdem baregehê NY li New Yorkê xewneke felestiniyan û desthilata Felestînê bû bo bihêzkirina pêgeha wî welatî, her çiqas ku tenê di aliyê manewî de be.

Ew pêngava desthilata Felestînê wek pêngavên din ratsî rexne û rûbirûneke tund a Îsraîl bû û nûnerê Îsraîlê di NY de bi tundî li dijî bilindkirina ala Felestînê derket.

Serokê Desthilata Felestînê Mehmûd Ebas di merasîma bilindkirina ala Felestînê de amade bû û peyvek pêşkêş kir.

Mehmûd Ebas got: “Ez wê merasîmê, pêşkêşî wan dikim ku di ber hildana ala Felestînê de mirin, ketin girtîgehan, ewên hatin kuştin û yên birîndar dikim.”

Pisporên siyasî di wê baweriyê de ne, ku ew biyara NY bo bilindkirina ala Felestînê ti guhertinekê di rewşa siyasî û yasayî ya wî welatî de pêk nahîne, lê belê di aliyê manewî de ji felestîniyan re giring e.

Desthilata Felestînê di sala 2012an de karî razîbûna piraniya endamên NY bi dest bixe û weke welatê Vatîkanê bibe endamê çavdêr di NY de û bi wê yekê civaka navdewletî biryar da ku wek dewletekê serederî ligel Felestînê bike.

Herwiha li gor biryarê ê ala Felestînê li ser ofîsên NY li Geneva û Vienna jî bê hildan.

Rudaw
Top