Mesrûr Barzanî li gel Yasîn Eiwez civiya
Mesrûr Barzanî û Konsulusê Sûdanê civiyan.
Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Sûdanê yê li Kurdistanê Yasîn Eiwez û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de Yasîn behsa girîngiya peywendiyên navbera Kurdistan û Sûdanê kir û eşkere kir ku li gor Sûdanê Kurdistan faktereke serekî ya aramî û aştiyê ye lewre bo Sûdanê gelek girînge ku peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê de berfiretir û bihêztir bike.
Yasin Eiwez di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku Kurdistan bûye wargeheke aram bo penaberan û hijmareke gelek zêde penaberên navxweyî yên Îraqê berê xwedane Kurdistanê û Kurdistan jî bi vê rengî serweriyeke mezin bo xwe tomar kiriye.
Eiwez herwiha rola dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê jî bi roleke girîng wesif kir ku karîne li devereke wisa na aram de rewşa Kurdistanê biparêzin.
Di berdewamiya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî jî eşkere kir ku Kurdistan girîngî bi peywendiyên xwe yên li gel Sûdan û pare zemîna Efrîqayê dide û got: Em li benda vê yekê ne daku tevahiya welatên dost di şerê dijî terorîstên DIŞIê de hevkariya Kurdistanê bikin jiber ku DIŞI metirsiyeke cîhaniye lewre lazime tevahiya welatan jî bo şerê dijî terorîstên DIŞIê hevkar bin.
Di dawiya hevdîtina han de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime tevahiya kêşeyên Îraqê û kêşeyên heyî yên li deverê de bi rêbazên aştiyane werin çareserkirin û Eiwez behsa ezmûna welatê xwe ya li gel Sûdana Başûr kir û hêvî xwest ku li vê deverê de jî bi jihev fêm kirin gelên deverê rêz li îrade û xwestekên hevûdu bigirin.
