Serokê CHPê soz da kurdan: Ez dê pirsa kurd çareser bikim
Îro 30ê Îlonê berî nîvro Partiya Gel a Komarî (CHP) bernameya xwe bo propagandayên hilbijartinên 1ê Mijdara îsal ragihand û û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî soza çareserkirina pirsgirêka kurd da.
Îro merasîma ragihandina plana propagandayên CHPê bi awayekê rasterast ji aliyê medyayên Tirkiyeyê ve dihat weşandin û giringî pê hat dan û tê de Serokê CHPê Kemal Kiliçdroglu bo dema 1 saet û 15 xûlekan axivt.
Kemal Kiliçdaroglu di axavtinên xwe de behsa gelek mijaran kir û bi taybet behsa pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê kir û soz da ku pirsgirêka kur ddi Parlamentoya Tirkiyeyê de çareser bike.
Kiliçdaroglu derbarê pirsgirêka kurd de got: “Ev pirsgirêk zemîne jê re nehatiye amadekirin. Em bi rêya lihevhatina nav civakê zemîneyê jê re amade dikin û wê pirsgirêkê dikin yasayî. Herwisa di çarçoweya Parlamentoya Tirkiyeyê de ku çavkaniya biryardanê de ye, çareser bikin.”
Kiliçdaroglu herwiha got: “AKPê ew yek nîşan da ku nikare ji pirsa kurd têbigihe û çareser bike, ku niha bûye sedemê xwînrijandinê û encamdana tundûtîjiyê, lê belê di şiyana CHPê de ye ku wê pirsê çareser bike.”
Serokê CHPê soza da Kurdan û wiha axivî: “Ez soz didim hevwelatiyên kurd ku maf û azadiyên wan biparêzim û di destûr û yasayan de bicih bikim.”
Rudaw
