Serok Barzanî beşdarî li rêwresma roja nîştîmaniya Çînê kir
Di destpêka rêwresmê de Serok Barzanî pêşangeha fotografî ya Projeya Kembera Aborî Rêya Hevrîşma welatê Çînê vekir û paşê Konsolî Giştî yê welatê Çînê li Hewlêr li gotarek da bixêrhatina Serok Barzanî û mîhvanan kir û li axaftina xwe de behsa rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstan û parastina bihayên mirovî kir û her wiha palpiştiya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û berdewambûna pêşkêşkirina hevkariya mirovî de dûpatkir.
Paşê gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Kerîm Sîncarî Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate xwendin û têda bi helkefta roja nîştîmanî û bîranîna şest û şeş saliya damezrandina Komara Çîna Netewî pîrozbahiyê li gel û Hikûmeta Çînê kir. Her wiha daxwaz jî li welatê Çînê kir ku li hevkarîkirin û sermayeguzarî û yarmetîdana wan koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê da dijîn, palpiştê Herêma Kurdistanê bin.
