• Thursday, 19 February 2026
logo

Şêx Cefer: Serkeftinên Pêşmerge ne bi dilê Hikûmeta Iraqê ne

Gulan Media September 30, 2015 Nûçe
Şêx Cefer: Serkeftinên Pêşmerge ne bi dilê Hikûmeta Iraqê ne
Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmerge Şêx Cefer Şêx Mistefa ragihand ku, Hikûmeta Iraqê Hêzên Pêşmerge wek hêzekî di çarçoveya sîstema bergiriyê ya Iraqê nabîne û bi serkeftinên wan li dijî DAIŞê dilxweş nabe.

Şêx Cefer Şêx Mistef ragihand: “Ji serî de û heta niha jî Hikûmeta Iraqê ti alîkariyên leşkerî û darayî nedaye Hêzên Pêşmerge, tevî ku Pêşmerge hêzeke pir bi bandor e li Iraqê, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de.”

Şêx Mistef wiha got: “Ez dibînim ku serkeftinên Pêşmerge ne bi dilê berpirsên Hikûmeta Iraqê ne.”

Rudaw
Top