Serokomarê Polonya: Divê cîhan giringî bide çarenivîsa Êzdiyan
Serokomarê Polonyayê Andirzej Dudy diyar kir ku nabe cîhan çarenivîsa Êzdiyan û Mesîhiyên li Rojhilata Navîn li bîr bike.
Serokomarê Polonyayê Andirzej Dudy di gotara xwe ya di civîna 70’emîn a Civata Neteweyên Yekgirtî de derbarê çarenivîsa kêmîneyan bi yatbetî Kurdên Êzdî axivî û got ku nabe cîhan çarenivîsa dijwar a Êzdiyan û Mesîhiyên Rojhilata Navîn, li bîr bike.
Serokomarê Polonya ev yek weke girîngtirîn pirsgirêka cîhanê jî binav kir û bi navê welatê xwe bang li civaka navdewletî bo parastina kêmîneyan kar bikin.
Vê gotara Serokomarê Polonyayê Andirzej Dudy deng veda.
Basnews
