• Thursday, 19 February 2026
logo

Bexda- Karkerên tirk hatin berdan

Gulan Media September 30, 2015 Nûçe
Bexda- Karkerên tirk hatin berdan
Karkerên tirk ên ku li Bexdayê hatibûn revandin hatin berdan. Karker bi Balyozê Tirkiyê li Iraqê re ji Besrayê ber bi Bexdayê ve çûn.

Karkerên tirk ên ku li Bexdaya paytextê Iraqê hatibûn revandin, îro hatin berdan.

16 karkerên ku di serê meha Îlonê de ji şantiyeya ku lê dixebitîn hatibûn revadin, bi wesaîta Balyozxaneya Bexdayê ya Tirkiyeyê anîn avahiya balyozxaneyê.

Karker di çavdêriya Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Faruk Kaymakçi de anîn avahiya balyozxaneyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi du karkeran ra li ser têlefonê axivî.

Rudaw
Top