Amerîka li ser azad kirina Mûsilê nerînên Barzanî werdigre
Cîgirê Serokê Komîte ya Asayiş û Bergiriya parlemenê Iraqê Şaxewan Ebdulah behsa azad kirina Mûsilê kir û amaje bi wê yekê kir Şîa dixwazin Enbar zû were azad kirin û Suna jî dixwazin Mûsil zû were azad kirin.
Şaxewan Ebdulah ji BasNews re ragihand: “Şîe dixwazin Enbar azad bikin, Jiber ew DAIŞ li wî bajarî metirsiye li ser Necef, Kerbela û Bexda. Sune jî girîngiyê didin azad kirina Mûsilê, Lêbelê Suna dixwazin Mûsil di bin destê çekdarên DAIŞê de bimîne û nekeve dest çekdarên Heşda Şeibî, Artêşa Iraqê jî nikare navçeya Şergat kontirol bike û ji wir êrîşî Mûsilê bike.”
Navborî got: “Niha Sune û Amerîka girîngiyê didin azad kirina Mûsilê. Karnameya wan jî ewe ku Amerîka ji ezman alîkariyê bike û Pêşmergeyên Kurdistanê jî wek hêzek piştevan beşdariyê li adzad kirina Mûsilê bikin.”
Herwiha Şaxewan Ebdulah got: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wê rasterast beşdarî azadkirina Mûsilê bibin bi taybet li deverên Kurdistanî. Ew navçeyên di dest pêşmerge de wê têkevin ser nexşeya Herêma Kurdistanê. Niha hêzek baş ya Artêşa Iraqê – Sune li Herêma Kurdistanê têne rahênan kirin. Lê pirs ewe ka heta çendî Amerîka dê alîkariya vê hêzê bike bo azad kirina Mûsilê.”
Navborî got jî: “Amerîka û Welatên Hevpeymanê li ser pirsa azad kirina Mûsilê şêwra Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike.
basnews
