Li Colemêrg û Êlihê teqîn: 3 kuştî 3 birîndar
Li gorî agahiyan, li ser rêya di navberê herdu navçeyên Colemêrgê, Şemzînan û Geverê de duh saet 17.00ê mayînek bi wesayîtek leşkerî ve hat teqandin.
Di encama teqînê de 2 leşkerên Tirkiyeyê mirin û herwiha wesayîta leşkerî jî rastî zerarek mezin hat.
Hat gotin, li herêmê hêzên Tirkiyeyê dest bi operasyonek berfireh kirin.
4 polîsên tevgera taybet birîndar
Ji aliyê din ve li Êlihê jî bombeyek bi wesayîtek zirxî ya polîsên tevgera taybet ve hat teqandin.
Herwiha di encama wê êrişê de jî polîsekî n ser bi tevgera taybet ve jiyana xwe ji dest da û 3 polîsên din jî birîndar bûn.
Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û nexweşxaneyên li herêma bûyerê.
Hat zaîn hêzên ewlekariya Tirkiyeyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirin.
Rudaw
