Erdogan: Me 30 gerîla li Herêma Kurdistanê kuştine
Îro Erdogan di gotarekê de ragihand: “Me bi şev operasyoneke leşkerî li ser sînor pêk aniye û di encamê de me 30 terorîst kuştine.”
Di gotarekê de ku li baregeha Serokatiya Tirkiyê de pêşkêş kir, Erdogan ragihand: “PKKê ambolans, kamyon, mizgeft, dibistan û cihên kar û malên xelkê kirine armanc, lewma ew terorîst in.”
Serokatiya Erkanê Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzên asmanî êrişî PKKê li Herêma Kurdistanê kirine û di encamê de çend çekdar hatine kuştin.”
Ji dawiya Tîrmehê de, rojane şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewleyiyê û polîsên Tirkiyê de derdikevin.
Rudaw
