Serok Barzanî pêşwaziya Bavê Şehîd Alan kir
Li hevdîtinê de Serok Barzanî serxweşî û hevxemiya xwe bi Bavê Şehîd Alan Kurdî ragihand bi sedema vê karesata diltezîn ku li ser malbata wan da hatiye ku karesatek bûye ji bo hemû Kurdek û hemû malbatên Kurdistaniyan û eve jî xisterû ku rûdawa diltezîna şehîdbûna Alan û malbata wan li serdema niha de, sembol hêmaya mezlûmiyeta gelê Kurdistanê bûye. Serok Barzanî hêvî xwest xwedayê mezin sebir û aramiyê bi Bavê Şehîd Alan bibexşê û jê re ragihand ku hemû malekî Kurdistanê mal û kesukar û nêzîkî wanin.
Li beranber da Bavê Şehîd Alan ji bo hevsozî û bi deng ve hatina wan spasî helwesta Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û paşê jî Serok Barzanî ji jiyan û guzeran û kêşeyên xwe agahdar kir.
