Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Nefta Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li Rumadî û cihên dinê Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û her wiha rewşa siyasî ya Bexda jî nirxandin.
Her li vê kombûnê da di derbarê gûhertinan û rewşa navçeyê bi giştî de danustandina bîr û ramanan kirin û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
