Erebistana Siûdî: 4 hezar û 173 hecî mirin
Wezareta Tenduristaya Suîdiya Erebistanê diyar kir, sedema zêdebûna qurbaniyên Mînayê germahiya zêde û fetisandin bû.
Malpera News Alman li ser zarê Wezareta Tenduristaya Siûdiya Erebistanê ragihand, di qerebalixiya Mînayê de hejmara qurbaniyên heciyan gihişt 4 hezar û 173 kesan.
Herî dawî hatibû gotin hejmara qurbaniyan 769 kesên, lê hinek welatên cuda îdia kiribûn hejmara qurbaniyan gelekî zêdeye.
Serokê Dezgeha Serdan û Hecê yê Îranê Seîd Evhedî îdia kiribû di qerebalixiya Mînayê de 228 welatiyên îranî jiyana xwe ji dest dane.
Seîd Evhedî ragihandibû, haya wan hêj 248 kesên îranî yên li Mînayê nîne û gotibû ev bifikarin ku hejmara heciyên wan ên jiyana xwe ji dest dayîn zêdetir bibin.
Evhedî amaje kiribû ku heciyên jiyana xwe ji dest dayîn ji welatên cudan e û gotibû: “Em bawer dikin ku di encama bûyerê de herî kêm 4 hezar û 700 kesî jiyana xwe ji dest dane. Hêj di 21 TIRan de 3 hezar cenaze bo naskirina nasnemeya wan hatine rawestandin.”
Herwiha Serokê Dezgeha Serdan û Hecê yê Îranê anibû ziman ew bi ti awayî qebûl nakin miriyê wan li Erebistanê werin binaxkirin.
24ê Îlonê li bajarê Meke yê Erebistanê, bi milyonan hecî tevlî merasima recma şeytan bibûn lê ji ber qerebalixiyê, li gorî agahiyên Erebistana Suîdiyê belav kirin 769 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 934 hecî jî birîndar bibûn.
Rudaw
