• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikûmeta Brîtanya kir

Gulan Media September 29, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikûmeta Brîtanya kir
Roja sêşem 29.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ton Bêkt Şanda Taybetî ya Asayîşa Hikumeta Brîtanya û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina Şanda Asayîşa Hikûmeta Brîtanya û şanda li gel kir û her wiha behsa hereşeya terorê ya li ser asayîşa navçe û cîhanê kir û Serok Barzanî bi spasiyê ve balkişand li ser girîngî û rola hevpeymaniya dijî Da'îş û tekez li ser ewe jî kir ku hêza Pêşmerge bi îrade û moral û ureyekî bilind ve rûbirûyê terorîstan rawestaye.

Ji aliyê xwe ve Ton Bêkt rol û qurbanîdana Pêşmerge bilind nirxand û bi hevpeymaniyekî stratejî û bi bandor li ‌rûbirûbûn û têkşikandina terorê wesif kir û tekez kir ku hêza Pêşmergeyê Kurdistanê cihê şanaziyekî mezine.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî û Şanda Asayîşa Hikumeta Brîtanya behsa pêdiviyên hêzên Pêşmerge ya rûbirûbûna terorê kir û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û rewşa siyasî û emnî ya Sûriye jî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Rudaw
Top