Berdevkê HDP’ê: Heger sandoqan veguhezin dibe em jî beşdarê hilbijartinan nebin
Berdevkê Partiya Demokratîk a gelan (HDP) Ayhan Bilgen ji rojnameyekê Tirkiyê re axivî û beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê hişyariya boykotkirina hilbijartinan da.
Bilgen gotinên derbarê veguhestin û yekxistina sandoqên hilbijartinê de got ku ew biryarek wiha qebûl nakin û heger hat û biryarek wisa hate wergirtin jî dibe ku ew beşdarê hilbijartinan nebin.
Bilgen got: ”Em li hêviyê ne ku Desteya Bilind a Hilbijartinê vê biryarê rake. Bi awayek sîstem zextê li DBH dikin ku vê biryarê werbigre.”
Ayhan Bilgen amaje bi wê yekê kir ku li deverên ku dengên HDP’ê zêdene, dixwazin sandoqên dengdanê veguhezin û lê ew bawer nakin ku DBH biryarek wisa yê xeter werbigre.
Berdevkê HDP’ê got heger ew beşdarê hilbijartinan nebin eve jî dibe destpêkek lê ji vê jî xetertir ewe ku dibe ku şerê navxweyî destpê bike. Bilgen got eve ne gef in û tenê hişyarî ye.
