• Thursday, 19 February 2026
logo

Til Berak - Di navbera YPGê û DAIŞê de şer derket

Gulan Media September 28, 2015 Nûçe
Til Berak - Di navbera YPGê û DAIŞê de şer derket
Di navbera şervanên YPGê û terorîstên DAIŞê de li Rojavayê Kurdistanê şerekî dijwar derket ku di encam de yek ji diyartirîn ragihandinkarê DAIŞê hat kuştin.


Li gor çavkaniyên nûçeyan ji Rojavayê Kurdistanê ve,îro şerekî dijwar di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên terorîstên DAIŞê de li bajarokê Til Berak a girêdarî Hesekê qewimî.

Li gor agahiyan di encama pevçûnan de zêdetirî 20 terorîstên DAIŞê hatinkuştin ku di nava kuştiyan de medyakarekî diyarê DAIŞê yê bi navê Ebû El-Bera de heye.

Di hesabên nêzîkî DAIŞê yên li ser torên civakî de jî ew agahî hatine piştrastkirin û hatiye xuyakirin ku di şerê duh de 20 DAIŞî û medyakarê wan Ebû El-Bera hatine kuştin.

Top