Nêçîrvan Barzanî: Lazim bû bijardeyên pêşkêş kirî beruvajî bana
Serokwezîrê Kurdistanê dibêje lazim bû bijardeyên ku ji aliyê çar partiyên siyasî ve hatine pêşkêşkirin beruvajî bana.
Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di dema beşdarî kirin di merasima destbikar kirina Patrîkê Asûriyên cîhanê li Hewlêrê got: Lazim bû ev du bijardeyên ku bo çareser kirina qirîza Serokatiya Kurdistanê ji aliyê her çar partiyên din ve pêşkêşî partiya demokrata Kurdistanê hatine kirin beruvajî bana, jiber ku eger Serok raste rast ji aliyê xelk ve were hilbijartin dibe desthilatên vî zêdetir bin û eger ji aliyê parlementoyê ve jî were hilbijartin lazime desthilatên vî kêmtir bin.
Barzanî herwiha got: Ev qirîza han ti peywendiyeke xwe bi Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve tuneye lewre em hêvî dikin ku aliyên din jî bi awayekî baştir bihizrin û rêbaza baştir hizir kirin jî ewe ku mirov li ber çav derbas kirina berejwendiyên Kurdistanê ye.
