Pêşmergeyên Zêrevanî: Pêşmergeyên Rojava venegeryane
Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî daxuyaniyek derbarê vegera Pêşmergeyên Rojav belav kir.
Di daxuyaniya Pêşmergeyên Zêrevanî de ku kopiyek jê gihşte BasNews hatiye. “Nûçeya vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê derewe û dûre ji rastiyê. Tiştekî wiha çênebûye.”
Roja 26 Eylûlê ajansa Anadol ku ajansa fermiye li Tirkiyê li ser zimanê çavkaniyekê ji Pêşmergeyên Kurdistanê belav kiribû ku hejmarek ji Pêşmergeyên Rojava vegeryane Rojavayê Kurdistanê.
Hêza Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, pêkhatiye ji xot û keçên Rojavayê Kurdistanê. Li başûrê Kurdistanê hatine rahênan û pirçek kirin û ji 11 fewcî pêk tên, hejmara wan dighê bêhtir ji 6 hezar kes.
Basnews
