• Thursday, 19 February 2026
logo

PKK: Gerîllayên me 75 leşker û polîs kuştin

Gulan Media September 27, 2015 Nûçe
PKK: Gerîllayên me 75 leşker û polîs kuştin
PKKê di daxuyaniyekê de ragihand, di heyama 24 saetên borî de gerîllayên wan 75 leşker û polîs ên Tirkiyeyê kuştine.

Hêza Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, di daxuyaniyekê de ragihand, di navbera 24 saetên borî de şer û pevçûnên dijwarê di navbera gerîllayên wan û hêzên Tirkiyeyê de çê bûne.

HPGê daxuyakirin, di heyama 24 saetên borî de di çend êriş û pevçûnan de li navçeya Elkê ya girêdayî Şirnexê, gerîllayên wan 75 leşker û polîs ên Tirkiyeyê kuştine.

Di daxuyaniya HPGê de herwiha tê gotin, ku di wan şer û pevçûnan de 14 gerîllayan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê pirraniya gerîllayên ku şehîd ketine, ji ber bombebarana balafiran û topên topxaneya Artêşa Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane.

HPGê herwiha tekez kiriye, di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de 4 welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top