Salih Muslim: Rûxana Esed dê karestaek mezin li cîhanê çê bike
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di gotûbêjekê de ligel rojnameya The Independent a Birîtanî got: "Rûxana Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bi destê tundrewên wek eniya El-Nusrayê û rêxistina DAIŞê dibe karesatek mezin bo Sûriyeyê û bo hemû cîhanê."
Salih Muslim herwiha amaje bi wê yekê jî kir: "Her çend em ligel Esed li ser yek bawerî û helwestê nînin, lê belê em ji wê yekê ditirin ku Esed were rûxandin û komên tundrew cihê wî bigrin. Em DAIŞ û El-Nusrayê li Sûriyeyê wek gefek mezin bo ser kurdan dibînin."
Derbarê destwerdana Tirkiyeyê de jî, Msulim ji wê rojnameyê de got:"Êrişên Tirkiyeyê bo ser Sûriyeyê û Iraqê bi awayekê di berjewendiya DAIŞê de ye."
