Ragehandina cîhanî behsa nexşa Kurdistanê dike
Wan herdu çavkaniyên cîhanî ew jî eşkere kirine ku, bîrokek heye ku Rojava û Başûrê Kurdistanê bi hev re bên girêdan û Hewlêr jî bibe paytexta dewleta nû.
Malpera News Vose behsa wê yekê kiriye ku li rojhilat navîn dewletek nû bi navê “Dewleta Kurdistan” tê saz kirin û ev jî di berjewendiya welatê Sûriyê de ye û gerek zû bê cîbicî kirin.
New York Times û malpera NewsVose behsa guhertinên li Rojahilata Navîn dikin dike û li gorî herdu dezgehan wê ew guhertin Rojava û Başûrê Kurdistanê jî bigrin ber xwe.
Berî niha jî van dezgehan behsa guhertinên ku bi ser dewletên rojhilat navîn de werin kirbûn, ku welatên Erebistana Siûdiyê, Iraq, Sûriyê, Yemen û Lîbiya dê perçebibin û 12 welatên nû dê werin saz kirin.
Basnews
