• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Petrola xav ya Herêma Kurdistanê hatiye dizîn

Gulan Media September 26, 2015 Nûçe
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Petrola xav ya Herêma Kurdistanê hatiye dizîn
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragehand ku li aliyê Tirkiyê petrola xav a Kurdistanê hatiye dizîn, lewma jî hinardeya petrolê bo Bendera Ceyhanê rawestandine.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi daxuyaniyek nivîskî ragehand ku Herêma Kurdistanê hinardeya petrolê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê rawestandiye. Wezaretê da zanîn ku pêhesiya ne yekem roja cejnê de danê sibê di demjimêr 05:45’i de li herêma Riha ya Bakûrê Kurdistanê ji xeta petrolê petrol tê dizîn. Lewma jî hinardeya petrolê rawestandine.

Wezaretê daxuyand ku ji bo saxberkirina xeta petrolê tîmek hatiye erkdarkirin lê heta niha jî karê wan negehiştiye encam.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî diyar kir ku petrola Kurdistanê çavkaniya sereke ya Herêma Kurdistanê ye, bi vê çavkaniyê mûçeya Pêşmerge, hêzên asayîşê û karmendên hikûmetê tê dabînkirin. Ev kiryarin diziyê ziyanê dide xelkê Kurdistanê.

Basnews
Top