Artêşa Amerîkayê mukir hat: Çekên me ketine destê El Nusrayê!
Yek ji berdevkên artêşa Amerîkayê bi navê Patrîk Ryder, eşkere kir ku hêzên dijbereya Sûriyê yên ku ji aliyê hêzên amerîkî ve hatibûn perwerdekirin, beşek ji wê cebilxaneya ku Amerîka dabû wan, radestî El Nusrayê kirine.
Patrîk Ryder da zanîn ku ew cebilxaneya ku ketiye destê El Nusrayê, 6 kamyon bûne ku dike ji 4 pişkan pişkek.
Li gorî agahiyên wî rayedarê artêşa Amerîka, ew bûyer rojên 21-22ê vê mehê qewimiye û çekdarên dijbereya Sûriyê bi hêceta “vekirina rê” dane çekdarên El Nusrayê.
Patrîk Ryder diyar kir ku eger ew agahî rast bin wê çaxê rewş pir ciddî ye û divê tedbîrên ciddî bên girtin.
Destpêka hefteya borî, rêxistina El Nusrayê li ser malper û rûpelên xwe yên Facebook û Twîtterê hinek wêne belav kiribû û ragihandibû, çekên ku Amerîka dane dijbereya Sûriyê, ketine destê wan lê artêşa Amerîkayê gotibû, tevahiya çek û cebilxaneya ku dane dijbereyê, di bin kontrolê de ne.
Amerîka di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de, beşek ji hêzên “lîberal” ên dijbereya Sûriyê perwerde dike û ji bo vê yekê jî bûdceyek bi qasî 500 milyon dolar terxan kiriye.
Li gorî wê programê, Amerîka dê 5 hezar çekdarên sûrî perwerde bike. Yekemîn koma wan çekdaran ku 54 kes bûn, dema derbasî nav axa Sûriyê bûn rastî êrişa çekdarên El Nusrayê hatin, hinek ji wan hatin kuştin hinek jê hatin girtin tenê 5 çekdar man!
Di şerê Kobanî de jî, Amerîka bi balafiran çek û cebilxane ji şervanên YPGê re avêtibû lê beşek ji wan ketibû destê DAIŞê.
Rudaw
