Hejmara miriyên karesata li Hecê gehişte 717 kesan
Li bajarê Mîna ya Erebîstana Suudî, li cihê bêhnvedana heciyan xewse û îzdîham çêbû. Di encam de 717 kesan jiyana xwe jidestdan û 450 kes jî birîndarbûn.
Rêveberiya Bergiriya Medenî alîkarî dide ji bo rizgarkirina birîndaran. Bajarê Mînayê 5 km dûrê Mekkeyê ye û 16o hezar çadirên heciyan lê heye. Hecî ji bo kevirbarankirina şeytan têne vê derê.
Di roja 11’ê Îlonê jî li Kabeyê wîncek qulupî bû û di encam de 107 haciyan jiyana xwe jidest dabû.
Di sala 2006’ê de jî îzdiham çêbibû û 360 haciyan jiyana xwe jidest dabûn.
Basnews
